Antolojiya Edebiyata Kurdî – I
| Yayınevi | |
|---|---|
| Yazar | |
| Cilt | |
| Tür | |
| Yayın Dili | Kürtçe |
| Baskı Sayısı | 1.Baskı |
| Baskı Tarihi | Kasım 2021 |
| Sayfa Sayısı | 415 |
| Baskı Boyutu | 13,50 x 19,50 cm |
| Kağıt Cinsi | 2.Hamur |
| Stok Kodu | 9786257370516 |
Heke meriv rewşa zimanê kurdî ya sedsala bîstemîn bîne ber çavan; hingê meriv dibîne û têdigihe ku pêrgî gelekî astengî, qedexe û zordariyê hatiye, tevî vê yekê jî meriv lê dinihêre ku nivîskar û şahîrên kurdî, di her şert û mercî de, bêrawest, di nava geremol û dijwarî; di bin gef û tehdîdên hewçend giran yên serdestan de her berhem afiandine û her weha nîşan dane ku zimanê kurdî bi qîma xwe tê û ew ne kêmî zimanên cîran û biyanan e.Uzun, di destpêka sirgûniya xwe de, wextê ku yek ji gerînendeyên kovara Kurdistan Pressê ye, hewcedarî bi lihevkomkirina nivîskarên kurd yên her parçeyî û bi danasîna wan, berhem û xebatên wan yên edebî aniye û dest bi xebatê kiriye. Her ku çûye ev xebata danasînê qulipiye ser fikreke kûr û qehîmtir. Piştî tevlibûna xebata çend salên din, ev antolojî hatiye pê. Ev xebata dûr û dirêj, di tarîxa nêz ya Edebiyata Kurdî de, gav û tevgereke gelekî berbiçavtirîn e, ji bo ziman û edebiyateke kevnare dikare bibe hereketeke gelekî nû û nûjen.Antolojiya Edebiyata Kurdî, ne bi tenê berhemên nivîskar û şahîrên kurd dide nasîn, her weha ew bi her awayî pirekê di navbera nivîskar, şahîr û xwendeyên kurd de ava dike û wan her nêzîkê hevûdu dike.
| Yayınevi | |
|---|---|
| Yazar | |
| Cilt | |
| Tür | |
| Yayın Dili | Kürtçe |
| Baskı Sayısı | 1.Baskı |
| Baskı Tarihi | Kasım 2021 |
| Sayfa Sayısı | 415 |
| Baskı Boyutu | 13,50 x 19,50 cm |
| Kağıt Cinsi | 2.Hamur |
| Stok Kodu | 9786257370516 |

