Destpêka Edebiyata Kurdî
| Yayınevi | |
|---|---|
| Yazar | |
| Cilt | |
| Tür | |
| Yayın Dili | Kürtçe |
| Baskı Sayısı | 1.Baskı |
| Baskı Tarihi | Kasım 2021 |
| Sayfa Sayısı | 92 |
| Baskı Boyutu | 13,50 x 19,50 cm |
| Kağıt Cinsi | 2.Hamur |
| Stok Kodu | 9786257370493 |
Welê dixuye û tê zanîn ku xebat û tevgerên edebî yên Mehmed Uzun, bi qasî romannivîseriyê di warê lêgerîn û lêkolînên edebiyat û çanda kurdî de jî berbiçav in. Destpêka Edebiyata Kurdî, di warê lêkolînên edebiyata kurdî de gaveke hûr û kûr û nûjen e.Mehmed Uzun di vê kurtelêgerê de, li ser edebiyat, nivîskar û şahîrên herçar parçeyên kurdistanê yên xuyayî û nexuyayî ne radiweste û bi zimanekî sade û herikbar yê edebî qala wan, xebatên wan û berhemên wan dike. Edebiyata Kurdî mixabin ku gelekî wext her êş û azar kişandiye û bêgav maye, lê belê tevî vê yekê hemû kesp û kosp, keft û leftên hewçend dijwar dane pey xwe û heya roja me hatiye û hêviyeke xurt bi xwe re aniye.Destpêka Edebiyata Kurdî, heye ku mîna berhemeke kin û kurt bixuye; lê belê ew bi naverok û agahiyên ku di nava xwe de hewandiye, hêja û balkêş û dagirtiye. Ew dê bi van taybetmendiyên xwe her tim rewacdar be û herweha ew dê rê li ber nivîsar û xebatên akademîk yên edebiyata kurdî veke.
| Yayınevi | |
|---|---|
| Yazar | |
| Cilt | |
| Tür | |
| Yayın Dili | Kürtçe |
| Baskı Sayısı | 1.Baskı |
| Baskı Tarihi | Kasım 2021 |
| Sayfa Sayısı | 92 |
| Baskı Boyutu | 13,50 x 19,50 cm |
| Kağıt Cinsi | 2.Hamur |
| Stok Kodu | 9786257370493 |

